Rêxistinên elewiyan li Stenbolê tên gel hev 2019-11-15 13:10:53   STENBOL - Rêxistinên Elewiyan dê sibê bi şîara "Di rê de yekitî di têkoşînê de yekitî" li Kuçukçekmeceyê bi bermameyekê bên gel hev.      Rêxistinên Elewiyan dê sibê saet di 14.00'an de bi şîara "Di rê de yekitî di têkoşînê de yekitî" li Tekya Pîr Garîp a li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê bi bermameyekê bên gel hev. Dê bernameya ji aliyê Konfedarasyona Yekitiya Elewiyên Ewropa, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandî ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Federasyona Weqfên Elewiyan, Weqfa Çandê ya Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Û Komeleya Elewiyên Demokratîk ve bê lidarxistin û tundiyên li ser elewiyan û têkoşîna li dijî van tundiyan bên nîqaşkirin.    Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat û Serokê Duyemîn ê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropa Mehmet Alî Çankaya axivîn û qala armancên bernameya xwe kirin.    DÊ RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ BÊN NÎQAŞKIRIN   Serokê Duyemîn ê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropa Mehmet Alî Çankaya diyar kir ku di 4 salên dawîn de hem elewiyên li Tirkiyeyê hem jî elewiyên li Ewropayê bi êrîşan re rû bi rû ne û wiha got: "Divê ku em li dijî êrîşan yek bin. Em ê di civîna xwe de peyamên yekitiyê bidin. Em ê bibêjin elewîtî heye û maf e. Dîsa em ê çawaniya têkoşîna li hemberî êrîşan nîqaş bikin." Çankaya herî dawî banga tevlîbûna civînê li elewiyan kir.     'DIVÊ HERKES DEST XWE BIDE HEV'   Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat jî diyar kir ku di mijara gel hatina cem hev a elewiyên li Tirkiyeyê û elewiyên li Ewropayê de pirsgirêkên micid hene û ev tişt anî ziman: "Divê ku herkes destê xwe bide hev. Em ê di civîna xwe de pirsgirêkên hemû nîqaş bikin. Dê tovekî ku li vê axê bê çandin hebe. Ez di wê baweriyê de me ku dê berdewama vê yekê jî bê. Pirbûne ne girîng e, prensîb girîng in." Firat jî weke Çankaya di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna civînê li elewiyan kir.