Der barê Nûçegîhanê MA'yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin 2019-11-15 13:03:37 MÊRDÎN – Der barê Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal de bi sedema der barê Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê de nûçe çêkir 2 lêpirsînên cuda hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsînan de îfadeya Kanbal hat girtin.  Der barê Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) yê Mêrdînê Ahmet Kanbal de bi sedema der barê Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê de nûçe çêkirin, lêpirsîn dan destpêkirin. Kanbal di nûçeyê de diyar kiribu ku kesên piştî hilbijartina 31'ê Adarê ji aliyê Rêveberiya HDP’ê ve bi hinceta "Diziyê" ji kar hatin avêtin, ji aliyê qeyûmê nû ve dîsa hildan kar. Piştî der barê Rojnameger Kanbal de lêpirsîn hat vekirin, Kanbal li Navenda Polîsan a Artukluyê çû îfade da. Di lêpirsînê de nûçeya Ahmet Kanbal a li ser kesên bi hinceta "Dizî" kirine û ji kar hatine avêtin pirsîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di 8'ê Tîrmehê de daxuyanî dabû û gelek nelirêtî û diziya hatiye kirin bi raya giştî re parve kiribû. Piştî di 19'ê Tebaxê de Hevşaredar Ahmet Turk ji peyvirê girtin û li şûna wî qeyûm tayîn kirin, Qeyûm dîsa S.B. û keça wî B.Y. yên ku wekî "Diz" hatibûn derxistin li kar vegerandin.