Ji Serbijîşkê Nexweşxaneyê gef: Her kes hişê xwe bide serê xwe 2019-11-15 12:19:51   AMED – Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê Op. Dr. Sedat Ozkul ê ku ji ber giliyên derbarê wî de hatin kirin ketibû ber lêpirsînê, paş ve vegeriya wezîfeya xwe. Ozkul vegera xwe wiha ragihand: “Efsane paş ve vegeriya, bila her kes hişê xwe bide serê xwe.”    Op. Dr. Sedat Ozkul ewilî Cîgirê Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê bû. Di 23’ê sibata 2018’an de wek serbijîşk tayînî nexweşxaneyê hat kirin. Derbarê Ozkul de gelek kesan giliyê wî ji Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê re kir. Li ser van gilîkirinên zêde derbarê Ozkul de lêpirsîna îdareyê hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser daxwaza Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Walîtiya Amedê di 24’ê cotmehê de serbijîşk Ozkul ji wezîfeyê hat girtin. Di vê pêvajoyê de Ozkul li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê wek bijîşkê çavan xebitî.    TÊ GOTIN BI AKP’AN RE HEVDÎTIN KIRIYE    Ozkul beriya niha jî di hilbijartinê de bûbû bernamzetê Parlamenteriya AKP’ê yê Amedê. Li gorî angaştan Ozkul çûye Enqerê û li Navenda Giştî ya AKP’ê hin hevdîtinan pêk aniye. Di dawiya van hevdîtinan de Ozkul di 13’ê mijdarê de vegeriya wezîfeya xwe ya serbijîşkiyê ya li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubiyê.    ‘HER KES HIŞÊ XWE BIDE SERÊ XWE’    Ozkul ê vegeriya wezîfeya xwe di rewşa sepana peyaman a Whatsappê de peyamek bi wêne parve kir. Ozkul bi wêneyê xwe vê peyamê weşand: “Efsane paş ve vegeriya, bila her kes hişê xwe bide serê xwe.”    MA / Lezgîn Akdenîz