Destûr nadin ku parêzer hevşaredarên dibin çavan de bibînin 2019-11-15 12:14:56 MÊRDÎN - Ji bo hevşaredarên Dêrik, Stewrê û Şemrexê yên HDP’ê yên dibin çavan de, hevdîtina parêzer heya 24 saetan qedexe kirin û debarê dosyayê de biryara sînordarkirinê dan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dest pê kir de, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên Hevşaredara Navçeya Dêrikê ya HDP’ê Mulkiye Esmer, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu û 4 xebatkarên Şaredariya Dêrikê de girtin û binçavk kirin. Derbarê dosyayê de biryara “sînordarkirinê” hat dayîn û ji bo kesên li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin hevdîtina parêzeran heya 24 saetan qedexe kirin.    Parêzeran diyar kirin ku midûriyeta polîsan destûr nedaye ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û ji wan re gotine ku wê destûrê nedin hevdîtinê bikin.    Li aliyê din, polîsan di saetên serê sibê de avahiyên şaredariyên Dêrik û Şemrexê dorpêç kirin û piştî lêgerîna di avahiyê de, ji şaredariyê derketin û çûn. Lê dorpêça derdora şaredariyê hîna jî dewam dike. Xebatkar û endamên meclîsa şaredariyê hîna jî li ber avahiyê radiwestin.    Di heman demê de, polîs destûr nadin ku xebatkar û endamên meclîsa şaredariya Stewrê bikin avahiyê.