Budçeya Diyanetê ya 2020'an ji ya 6 wezaretan derbas kir 2019-11-15 11:39:55 ENQERE - Serokatiya Karên Diyanetê ku di sala 2018'an de 245 hezar û 250 TL dahata faîzê bi dest xist, tê derpêşkirin ku li gorî sala borî bi zêdebûne milyarek budçeya wê 2020'an bibe 11 milyar û 519 milyon û 609 hezar TL. Ev hejmar budçeya 6 wezaretan derbas dike.    Di hevdîtinên budçeyê yên ku li Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê didomin de hat derpêşkirin ku budçeya sala 2020'an Serokatiya Karên Diyanetê, li gorî sala borî bi zêdebûne milyarek bibe 11 milyar û 519 milyon û 609 hezar TL. Budçeya Diyanetê ku her sal zêde dibe, tê derpêşkirin ku ji bo sala 2021'an bibe 12 milyar û 370 milyon û 398 hezar TL û ji bo 2022'an jî bibe 13 milyar û 166 milyon û 149 hezar TL.   Bi dorê budçeya qelemên Diyanetê wiha ne; Lêçûnên Danasîn û Nûnertiyê 2 milyon û 215 hezar TL, Tansferên ji bo Saziyên ku Armanca Wan a Karê Tuneye 38 milyon û 24 hezar, Transferên ji bo Şêniyên Malan 410 hezar TL. Lêçûna fîlmê reqlama Diyanetê ku di rojên dawîn de ji ber ku jin têde xizmeta zilam dike bûye rojev ji "Lêçûnên Danasîn û Nûnertiyê" hatiye xerckirin.    2 ILYON Û 354 HEZAR TL DAHATA FAÎZÊ   Di Rapora Venerînê ya Sayiştayê ya Sala 2018'an de tê diyarkirin ku Diyanetê di 2018'an de 245 hezar 520 TL dahat ji faîzê bi dest xistiye.    Dîsa li gorî heman raporê, dahata faîzê ya Kargaha Sermiyanê Lêveger a Weşanên Olî 2 milyon û 109 hezar TL. Bi vê yekê re Diyanet û Kargaha Sermiyanê Lêveger, di 2018'an de yekûn 2 milyon û 354 hezar dahata faîzê bi dest xistine.    FERQ AVÊT WEZARETAN    Para budçeya sala 2020'an 11 milyar û 519 milyon û 609 hezar TL ku ji Serokatiya Karên Diyanetê re hatiye veqetandin ji ya Meclis û 6 wezretan zêdetir e. Ev wezaret û ferqa di navbera wan de wiha ye:   * Deh qatê budçeya sala 2020'an a TBMM'ê (1.747.789.000) ye.    * Du qatê budçeya sala 2020'an a Wezareta Karên Derve (4.631.723.000) ye.    * Sê qatê budçeya sala 2020'an a Wezareta Çavakaniyên Xwezayî û Enerjiyê (3.319.102.000) ye.    * Du qatê budçeya sala 2020'an a Wezareta Turîzm û Çandê (5.127.247.000) ye.    * Sê qatê budçeya sala 2020'an a Wezareta Barjarvanî û Hawirdorê (2.827.733.000) ye.    * Du qatê budçeya sala 2020'an a Wezareta Bazirganiyê (5.752.364.000) ye.    * Ji budçeya sala 2020'an a Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê (7.939.333.000) jî nêzî 3 milyar û 500 milyon zêdetir e.    MA / Dîren Yûrtsever