Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-11-15 11:24:48   STENBOL – Malbata Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dimîne, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji malbatên girtiyên din jî Birayê Girtî Omer Hayrî Konar, Emin Konar, birayê Girtî Hamîlî Yildirim, Polat Yıldırım û xwişka Girtî Veysi Aktaş, Melihe Çetin û keça xwe Eylem Çetin ji bo biçim Îmraliyê serî li Serdozgeriya Bûrsoyê dan.    HERÎ DAWÎ DI 12'Ê TEBAXÊ DE ÇÛN ÎMRALIYÊ   Herî dawî Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş di 15'ê Adara 2015'an de wekî "sekreterya" çûbûn îmraliyê. Hamili Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de çûbî îmraliyê. Malbatên girtiyan herî dawî di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi girtiyan re hevdîtin kiribûn. Ji 12'ê Tebaxê heta niha malbat neçûne Îmraliyê.