Dundar ê ku kesên bi nasnameyên sexte xwestin wî birevînin: Dixwazim bûyer were ronîkirin 2019-11-15 11:17:46 AMED – Hin kesên xwe wek polîsan dan nasîn xwestin Mervan Dundar birevînin lê li ser bertek nîşandana xelkê Dundar hat berdan. Dundar li dijî vê hewlê serî li ÎHD’ê da û got: “Ez dixwazim vê hewldana kontrayî were ronîkirin.”  Li taxa Talaytepe ya navçeya Peyasa Amedê 3 kesên wek polîsan xwe dan nasîn xwestin Mervan Dundar (27) bi darê zorê li wesayîtê siwar bikin û birevînin. Hewla wan kesan pêk nehat. Dundar çû serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da û piştevaniya hiqûqî xwest.    NASNAME Û PLAKA SEXTE DERKETINE    Hat zanîn ku Dundar ê çûye li qereqolê  îfade daye kartên kesên polîs xwe dane nasîn ji sala 2018’an ve nederbasdar in û plakaya wesayîtê jî sexte derketiye.    ‘XWESTIN MIN BIREVÎNIN’    Dundar da zanîn ku bûyer roja 13’ê mijdarê êvarê saet li 20.30’an de li ber malê pêk hatiye û van kesan bi çek û bêtel li gel wan bûye gotine ‘em ê te bibin navendê” û xwestine wî binçav bikin. Dundar anî ziman ku wî xwestiye prosedora fermî pêk were lê kesek ketiye milê wî rastê û kesek ketiye milê wî çepê û wî li wesayîtê siwar kirine.    ‘XWE WEK POLÎS NÎŞAN DAN’    Dundar diyar kir ku wî qîr kiriye û şêniyên taxê ber bi wî ve beziyane û nasnameya van kesan pirs kirine û got: “Cîranên me beziyan û hatin. Bertek nîşanî van kesan dan û gotin binçavkirinek wiha ne mimkin e. Min li ber xwe da û wan li min da. Piştî xelk kom bû, ez ji destê van kesan filitîm. Di vê navberê de ez li 155 xeta îxbarê ya polîsan geriyam. Ew kes jî li wesayîtê siwar bûn û ji cihê bûyerê reviyan.”    Dundar piştî bûyerê li gel du şahidan çûye qereqolê û îfade daye polîsan.    ‘HEWLDANEK KONTRAYÎ BÛ’    Dundar diyar kir ku wî wesayîta Hyundai ya bi plakaya 34 BGE 775 heman rojê saet li derdora 17.00’an li nêzî mala xwe dîtiye û piştî esanfan ferq kiriye ev wesaît ji derdorê dûr bûye. Dundar got: “Min ferq kir ku ev bûyerek ango hewldanek kontrayî ye min li ber xwe da. Heke ku binçavkirinek fermî pêk bianîbûna, ew kes polîs bûna wê wiha nêz nebûna. Çek spartin min û bi darê zorê xistin erebê. Ev nêzîkatî revandin û sepanên salên 1990’î anî bîra min. Ji ber gel jî di vê mijarê de bi hişmend bû bi ew kes bi ser neketin.”    GILIYÊ HER SÊ KESAN KIR    Dundar destnîşan kir ku ev bûyer plangerî bûye û dirûbê van her sê kesan vegot û derbarê wan de gilî kir. Dundar xwest bûyer were lêkolînkirin û ronîkirin.