Graham ji Erdogan re got: Tu dixwazî tiştên ku leşkerên te anîn serê Kurdan nîşanî te bikim? 2019-11-15 11:03:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Komarparêz Graham derbarê videoya têkildarî Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Abdî ya Erdogan li Oval Ofîs bi wan da temaşekirin de, ji Erdogan re wiha got: “Gelo tu jî dixwazî ez vîdeoyekê tiştên leşkerên te anîne serê kurdan nîşanî te bikim?” Senatorê Komarparêz Lîndsey graham, derbarê videoya têkildarî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Abdî ya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li Oval Ofîs bi Serok Donald Trûmp û senatorê DYA’yî da temaşekirin de axivî. Graham, diyar kir ku wî jî bal kişandiye ser sûcên şer ên Tikiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. Senatorê Komarperêz Graham, li Washîngtonê di daxuyaniyên da rojnamegeran de, derbarê hevdîtina li Qesra Spî ya bi Erdogan re kirin de agahî dan.    ‘EZ JÎ VÎDEOYEKÊ NÎŞAN BIDIM?’   Graham, da zanîn ku di dema Erdogan vîdeo nîşanî wan de, wî jî ji Erdogan re gotiye, “Gelo tu jî dixwazî ez vîdeoyekê tiştên leşkerên te anîne serê kurdan nîşanî te bikim?”   Erdogan di vîdeoya nîşanî senatorên DYA’yî da de, xwest ku girêdanbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Kobanî bi êrîşên PKK’ê yên li Tirkiyeyê li dar xistin ve girê bide. Lê di çapemeniyê de derket holê ku Erdogan bi vê vîdeoyê nekariya senotorên DYA’yî îqna bike.     Ji senatorên komarparê yên beşdarî civînê bûn Rick Scotte, diyar kir ku Erdogan bi vê vîdeoyê nekariye kesekê îqna bike û bi Tirkiyeyê re têkiliyek zor niha dijîn.