Beriya qeyûm tayîn bikin alek mezin daliqandin 2019-11-15 10:45:45   RIHA – Polîsên ku Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk binçav kirin, alek mezin a tirk bi avahiya şaredariyê ve daliqandin.    HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji sedî 59,36 deng wergirtin û şaredariyê ji destê qeyûm derxist. Hatîce Çevîk bû hevşaredara Pirsûsê. Polîsan vê sibehê bi ser mala Çevîk de girt û binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û alek mezin a tirk bi avahiyê ve daliqandin.    Polîsan têketin û derketina avahiyê girt û li hundir lêgerîn pêk anîn.    DAIŞ’Ê KEÇA WÊ QETIL KIRIBÛ    Keça hevşaredar Hatîce Çevîk, Başak Sîdar Çevîk di Komkujiya DAIŞ’ê ya 10’ê Cotmeha 2015'an li Gara Enqerê pêk anîbû de jiyana xwe ji dest dabû.