Avakarên çalakiyê çi ji wan dixwazin wê dikin 2019-11-15 09:56:04   AMED - Malbatên li pêş Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûniştine û îdîa dikin ku zarokên wan revandine, bi heftane çi ji wan tê xwestin wê dikin.   Malbatên îdîa dikin ku zarokên wan hatine revandin û malbatên leşker û polîsên ji aliyê HDG’iyan ve di demên cuda de hatin dîlgirtin bi heftane li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê rûdinin û çi ji wan tê xwestin tenê wê dikin. Lê di rastiyê malbat tenê dinava bendewariyekê de tên hiştin.    Malbatên ku hejmara wan di navbera 10-15’an de diguhere, her roj serê sibê ji cihên lê dimînin wan digirin û dibin navê parastinê de bi mîdîbus û maşineyên polîsan wan tînin ber avahiya HDP’ê. Komeleyên nêzî desthilatdariyê xwarina wan a nivrû pêşwazî dikin, ji bo ku ji sermayê bi bandor nebin kon ji wan re hatiye vedan, rojekê ji bo leşkerên beşdarî operayona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne kumik û qazax çêkirin û rojek din jî ji bo Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî şalgerdan honandin.    Malbatên ku dinava rojê de li vê derê tên rawestandin, bi şev jî wan beşdarî çalakiyên Walîtiya Amedê û AKP’ê li dar xistin dikin. Malbatên ku naverok û awayekê çalakiya ji bo wan hatiye diyar kirin dema rexne dikin, ji kon û çalakiyê tên qewirandin.    Weke ku tê zanîn di 5’ê Mijdarê de, di navbera Remziye Akkoyûn a ku îdîa dike ku HDP’ê kurê wê Azad Akkoyûn berî 4 salan serwinda kiriye û di navbera malbatên din de pevçûn derketibû. Akkoyûn û hevjînê wê, piştî pevçûnê ji aliyê malbatên din ve nehatin qebûl. Polîsan li ser vê yekê malbat ji kon dûr xistin û destûr nedan ku malbat bikevin kon.    ÇÛN ŞEHÎDGEHA KARA   Malbat, duh jî berî biçin ber avahiya HDP’ê, pêşî Şehîdgeha Kara ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ziyaret kirin. Piştî serdanê, malbatan li ber bîrdariya şehîdgehê ji bo leşkerên tevli operayonê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn “silava leşkerî” dan û piştgiriya xwe diyar kirin.