Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin maşîna şaredariyê dewrî polîsan kirin 2019-11-15 09:37:04 ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê dema Şaredariya Hezexê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji destê qeyûm girt, 48 mîlyon tl deyn hebû û di qaseya şaredariyê de 578 hezar TL pere hebû. Piştî cara duyemîn qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm qaseya pereyan dewrî midûriyeta mal kir û maşîna şaredariyê jî dewrî polîsan kir.    Rêxistina HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariya Hezexê bi dengê ji sedî 73,84 qezenç kir. Piştî HDP'ê şaredariya Hezexê qezenç kir, Songul Erden wekî hevşaredar hat hilibjartin. Hevşaredar Songul Erden di 13'ê mijdarê de ji aliyê wezîrê Karên Hundir ve ji peyvirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê kirin. Wazaretê bi hinceta doza Erdem li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê didome û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û dîsa bi îdîaya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê wê de lêpirsîn daye destpêkirin, Erden ji peyvirê girtin û li şûna Erden Qeymeqamê Hezexê Zafer Sag wekî qeyûm tayîn kirin.    Dema HDP'ê di hilbijratina 31'ê Adarê de Şaredariya Hezexê bi dest xist di qazeya şaredariyê de 578 hezar tl hebû û Qeyûmê berê di nava 3 salan de 48 milyon tl deyn li pey xwe hiştibû. Qeyûmê ewil di 21'ê Îlona 2016'an de tayînî Şaredariya Hezexê kirin. Qeyûmê berê Qaymaqam Ersin Tepelî û niha jî Qeymeqam Zafer Sag  wekî qeyûm tayîn kirin. Di serdema berê de Qeyûmê berê di qaseya şaredariyê de 578 bin 868 pere hişt û li pey xwe 48 milyon tl deyn hişt. Qeyûmê berê bi milyonan deynê DEDAŞ'ê nedabû. Piştî qeyûmê berê hat tayînkirin avahiya şaredariyê bi blokên beton dorpêç kir û ji bo polîsên tevgera taybet liser avahiya şaredariyê cihekî taybet ava kir.    Qeyum beriya hilbijartina 31'ê Adarê hemû mal û milkê şaredariyê dewrî polîs û saziyên dewletê kir. Mala Şîne dewrî Midûriyeta Emlaqa Nijadî, Jeep a Nissan Navara di 8'ê Adarê de dewrî Midûrê Polîsan ê Şirnexê kir. Qaseya pereyan jî bi Midûrê Mal Murat Aşkan ve girêda.