Guney: KHK'yan em piştrast kirin ku siyasî ne 2019-11-15 09:20:43 MÊRSÎN – Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atîlla Guney ku ji ber îmze danîbû binî danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatibû îxrackirin, beraat kir. Guney, got: "Derket holê ku KHK siyasî ne. Aştî, helwestek e ku divê bê parastin."    Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atîlla Guney ku ji ber îmze danîbû binî danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatibû îxrackirin, di 5'ê Mijdarê de baraat kir.    ‘AŞTÎ MAFEKÎ BINGEHÎN E'    Guney, destnîşan kir ku li vî welatî tu wextî wek niha parastina aştiyê nebûbû mesele û got, dii dîroka komarê de careke din serdemeke ku hiqûq hatiye binpêkirin û azadiya fikr û ramanê bûye sedeca cezayê giran pêk hatiye. Guney, ji bo biryara Dadgehqa Qanûna Bingehîn ku danezana aştiyê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de hesiband got, helwesteke erênî ye. Guney, got: "Daxwaza ji bo aştiyê, mafekî bingehîn e."    Guney, destnîşan kir ku hikûmetê ji bo KHK'iyan gavine berbiçav nehavêtine. Guney, got: "Ji bo min daxwaza ji bo aştiyê, ji helwesteke siyasî wêdetir, hebûne e dû divê bê parastin. Loma gava min danezan îmze kir fikra min çi bû niha jî ew e."    Guney, ji bo biryara hat girtin jî got: "Derket holê ku KHK siyasî ne. Aştî, helwestek e ku divê bê parastin."