Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin 2019-11-15 09:19:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera HDP'ê Dersim Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanên HDP'î û got, bi vî awayî tê xwestin ku ciwan ji siyasetê dûr bisekinin, lê belê wê tim û tim ji şer re bêjin 'na'.  Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de 36 ciwan hatin binçavkirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanan.    ‘KONSEPTA QIRKIRINÊ'    Dag, anî ziman ku zextên îktîdarê yên li ser ciwanan, perçeyeke zextên îktîdarê yên li ser civakê ye û got, bi van zext û zoriyan tê xwestin ku çalakî û xebatên HDP'ê hemû bên îllegalîzekirin. Dag, diyar kir ku piştî pêvajoya diyalogê ya di navbera dewlet û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat bidawîkirin, îktîdarê "Plana Rûxandinê" xistiye dewrê û ev plan bi awayekî berfireh didome.    Dag, got: "A rast, konsepteke qirkirinê ya berfireh heye."    ‘EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN'    Dag, anî ziman ku xebatên Meclîsa Ciwana di çarçoveya xebatên partiya siyasî de ne, lê belê bi binçavkirina ciwanan tê xwestin ku xebat bêna stengkirin. Dag, got: "Di 2015'an û piştî 2015'an de tekane partiya ku polîtîkayên qirêj ên îktîdarê aşkere kirin û di hilbijartinan de ew têkşikand, partiya me ye. Li hemberî faşîzmê, bêguman ên têdikoşin û rola xwe dilîzin  tim jin û ciwan in. Loma êrîşên li ser ciwanan dest pê kirine. Ew çi qasî xebatên me asteng dikin bila bikin, çi qasî xeyrî meşrû nîşan didin bila bidin, lê belê em ê desv ji têkoşîna xwe bernedin. Em têkoşîna azadiyê ya gel bilind bikin û bi paş ve gav neavêjin."    Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanan û hincetên ji bo binçavkirinê jî. Dag, got: "Li çarhawirdorên cîhanê li hemberî şer dengê ji bo çareseriya demokratîk bilind dibin. Lê belê, faşîzmê radibe kesên dibêjin 'ji şer re na' ceza dike. Îktîdara faşîst, bi polîtîkayên xwe yên li ser asasê dijminatiya bi kurdan re siyasetê dike. Kesên di warê siyasî de tu sozekî wan ê ku bidin gel nemaye, hewl didin bi faşîzmê tev bigerin. Her ku bloka îktîdarê di warê siyasî de ditengije, tim serî li rêbazeke wiha dixe. Ev rêbaz jî êrîşa li ser kurda ye."    'DIXWAZIN QEYD Û BENDAN LI BAWERIYA JI BO AZADIYÊ BIXIN'   Dag, destnîşan kir ku wê ciwan di helwesta xwe ya li hemberî şer de israr bikin û got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê, bi êrîşên xwe yên li ser Rojavayê dixwaze vîna ji bo jiyanê bin pê bike. Ev bloka ku dixwaze destkeftiyên kurdan asteng bike, ne DAIŞ'ê, QSD'ê wekî tehdît dibîne û dest bi dagirkeriyê dike. Li Tirkiyeyê tenê HDP, ji bo van êrîşan dibêje şer û dagirkerî ye. Loma dewlet berê xwe dide ciwanên kurd û dixwaze wan bitepisîne. Dixwazin qeyd û bendan li baweriya ji bo demokrasî û azadiyê ya ciwanan bixin. Lê belê em ê li ber vê polîtîkaya tepisandinê serî netewînin û netirsin. Ev polîtîka bêhûde ne. Em ê li her qadê li hemberî polîtîkayên şerî dengê xwe bilind bikin û tim û tim bibêjin 'ji şer re na.'"    Her wiha Dag, bal kişand ser îşkencekirina ciwanên tên binçavkirin jî û got: "Dewlet, bi vê polîtîkayê dixwaze ciwanan ji siyasetê dûr bixîne û wan bike sîxur." Dag, anî ziman ku îktîdar ji bo temenê îktîdara xwe dirêj bike dixwaze ciwanan krîmînalîze bike û got: "Lê dîsa jî em ciwan bawer dikin ku em ê jiyaneke azad ava bikin û em ê bi paş ve gav neavêjin û heta dawiyê li ber xwe bidin."    Herî dawî Dag, anî ziman ku li hemberî binçavkirin, girtin û îşkenceyan wê têkoşîna ciwanan dewam bike û got: "Em ê li hemberî polîtîkaya asîmlasiyon û sîxurkirinê ya îktîdarê bitêkoşin. Wê jinên ciwan li hemberî taciz, tecawuz û cinayetên jinan li qadan bin û tim û tim em ê li hemberî aqilê dewletê yê jinan nahesibîne bitêkoşin."    Her wiha Dag, bang li ciwanan kir ku di bin banê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê xwe xwe birêxistin bikin.    MA / Ozgur Paksoy