Roussopoulos: Dixwazin şoreşa civakiyî ya li Rojavayê tune bikin 2019-11-15 09:17:27 STENBOL - Avakarê Enstîtuya Ekolojiyê Civakiyî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlos, destnîşan kir êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber fikrên Ocalan in û got: "Armanca wan bidawîkirina şoreşa civakiyî ya li Rojavayê ye. Çimkî ev ji bo wan talûkeyeke mezin e."  Parêzerê Serokê Afrîkaya Başûrê ê berê Nesol Mandela û avakarê Enstîtuya Ekolojiyê Civakiyî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûls jî di nav de heyeteke ji 11 kesan pêk dihat di 2016'an de hatibû Tirkiyeyê û xwestibû hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bîne. Lê belê Wezareta Dadê daxwaza heyetê qebûl nekiribû.  Roûssopoûlos, anî ziman ku wê rojê xwestine bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin, lê belê destûr nehatiye dayîn.    Roûssopoûlos, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.    Roûssopoûlos, da zanîn ku heyeta wan pêşî nameyek ji Wezareta Dadê re şandiye û xwestiye li Îmraliyê serdana Ocalan bike û derbarê tenduristiya wî de agahiyan werbigirin.  Roûssopoûlos, diyar kir lê belê bi hefteyan bersiva wan nehatiye dayîn û got, gava hatine Stenbolê li Balyozxaneya Afrîkaya Başûr geriyane û xwestine Wezareta Dadê bersiva wan bide.    ‘WÊ OCALAN WEKÎ MANDELA BÊ PÊŞWAZÎKIRIN'    Roûssopoûlos, da zanîn ku li ser daxwaza balyozxaneyê Wezareta Dadê ji wan re gotiye: "Mixabin, ev ne mumkun e. Zîra ev meseleyeke ewlehiyê ye. Loma divê hûn serî li yekeyên ewlehiyê bidin." Roûssopoûlos, got: "Yanî ji me re gotin, ji bîr bikin. Lê belê wê çaxê me derbarê binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê raporeke 85 rûpelî amade kir û weşand. Belê, Ocalan li giravekê ye, ji xeynî birayê xwe kesî nabîne û di hucreyeke yekkesî de ye. Rewşa wî û ya Mandela dişibe hev. Mandela jî 25 salan li Girava Robbenê hat girtin û di hucreyekê de ma. Û gava ji girtîgehê derket li ber çavê gel bû qehremanek. Xelata Nobelê danê. Heger Ocalan jî derkece, wê li Ewropa û cîhanê wekî qehremanekî bê pêşwazîkirin."    ‘OCALAN VEGUHERANDINA CIVAKÊ DIPARÊZE'    Roûssopoûlos, bal kişand ser girîngiya fikrên Ocalan û got: "Ocalan, veguherîneke radîkal a civakê diparêze. Dibêje, ev yek jî bi azadiya jinê pêkan e. Her wiha azadiya jinê wekî palpişteke demokratîk û azad a civakê dinirxîne. Yanî bingeha teoriya wî ya şoreşê li ser azadiya jinê ye. Heger pêvajoya demokratîkbûyînê pêk bê wê civakeke ekolojîk jî pêk bê."    ‘FIKRÊN WÎ LI ROJAVAYÊ PÊK HATIN'    Roûssopoûlos, destnîşan kir ku fikrên Ocalan li Rojavayê pêk hatine û got: "Ocalan qîma xwe tenê bi teoriyê neanî, di heman demê de pratîka wê jî kir. Ji bo pêkahitina van fikran bên lêkolînkirin, gelek delegasyonên navneteweyî çûn Rojavayê. Li wir bi çavê xwe wekheviya cinsan dîtin. Li Rojavayê rêveberî ji hevserokan pêk tên. Ev tiştk li tu devereke cîhanê tuneye. Li wir tenê ne a kurda, ji bo ereban û gelên din ên Rojhilata Navîn jî ahengeke civakiyî heye. Baweriyên cuda, zimanên cuda bi hev re dijîn. Ev jî ji bo Rojhilata Navîn rastiyeke kêmpeyda ye."    ‘ŞOREŞA ROJAVAYÊ JI BO WAN XETERE YE'    Roûssopoûlos, anî ziman ku sedema êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikrên Ocalan in û got: "Li Rojavayê pergaleke ku tu kaxezekê bavêjî sindoqê û bêjî '4 sal şûnde em ê hev bibînin' tuneye. Li wir pergaleke ku demokrasiyeke yekser heye. Ev pergal li ser asasên meclîsa ye û mirov rû bi rû nîqaşan dikin. Ev hemû felsefeya Ocalan in û li Rojavayê pêk hatine. Loma niha her kes êrîşî Rojavayê dike û dixwaze birûxîne. Armanc bidawîkirina şoreşa civakiyî ya li Rojavayê ye. Çimkî ew wekî talûkeyeke mezin li vê yekê dinerin."    MA / Erdogan Alayûmat – Tolga Guney