Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn 2019-11-15 09:14:08 AMED – Ji kesên li ber avahiya HDP'ê rûniştibûn yek jê jî Aysel Bozkûrt bû. Di navbera kurê wê Mûhamet Bozkûrt û Suleyman Buyuk de husûmetek hebûye. Lê belê dozgeriyê ev hisûmet bi PKK'ê ve girê da û Buyuk hat girtin. Paşê Bozkûrt li xwe mikur hatibû ku wî qebehet xistine stuyê Buyuk. Lê dozgeriyê guh neda Bozkûrt bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Buyuk vekir û xwest 25 sal ceza lê bê birîn.    Yek ji malbatên ku hatibû îdiakirin zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya HDP'a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, yek jî jî Aysel Bozkûrt bû. Kurê wê Mûhamet Bozkûrt (18) li ser Suleyman Buyukê ji heman taxê îfade da û Buyuk (19) hat girtin. Paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" doz li Buyuk hat vekirin û hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn.    Mûhamet Bozkûrt, bi îdiaya ku Suleyman Buyuk di 31'ê Adarê de peyamek jê re şandiye û di 7'ê Îlonê de li nav kuçeyê gef lê hatine xwarin giliyê Buyuk kir. Li ser vê Buyuk hat binçavkirin û piştî 2 rojên di binçavan de hat berdan. Hat diyarkirin ku malbata Buyuk û Bozkûrt hev du nas dikin û di navbera wan de husûmetek heye. Lê belê piştî dozgeriyê îtiraz kir 6 roj şûnde Buyuk dîsa hat binçavkirin.    Bozkûrt di îfadeya xwe ya berê de gotibû li nav kuçeyê Buyuk jê re gotiye: "Ne xem e. Meraqan mexwe destê PKK'ê dirêj e, çi hewce be wê bike." Lê paşê Bozkûrt îfadeya xwe paş ve kişand. Her çend îfadeya xwe paş ve vekişandibe jî Buyuk dîsa bi îdiaya "endamtiyar rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    Paşê Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Buyuk de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 11'an jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku malbatên hatine ber HDP'ê kengî hatine, lê belê dîroka hatine Aysel Bozkûrtê nehatiye diyarkirin. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku Aysel Bozkûrt ji bo pismamê xwe yê winda hatiye ber avahiya HDP'ê  û gotinên wê yên ji bo rayedarên partiyê jî cih girtin ku gotibû, "Ez rabim nizanim ez ê çi bikim ji doza we ya Kurdistanê ha"."    Hat diyarkirin ku Buyuk di 31'ê Tebaxê de peyam ji Bozkûrt re şandiye û di 7'ê Tebaxê de gef li Bozkûrt hatine xwarin, lê belê di îdianameyê de ji bo dîroka sûc 8'ê Îlonê hatiye diyarkirin.    Di îdianameyê de nehatiye diyarkirin ku Bozkûrt kengî li dozgeriyê îfade daye. Her wiha Bozkûrt, îfadeya xwe ya derbarê Buyuk de ku gotibû Buyuk jê re gotiye, "Ne xem e. Meraqan mexwe destê PKK'ê dirêj e, çi hewce be wê bike" bi paş ve kişandibû, lê belê ji bo vê di îdianameyê de tiştek jî nehatiye gotin.    Dozger jî di îdianameyê de ji bo "gumanbar" got, li gor vîna rêxistinê tev geriyaye û gef li Bozkûrt xwariye û sûcdar e. Li ser vê dozger, xwest bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" di navbera 10-25 salan de ceza li Buyuk bê birîn.    Danişîna ewil a dozê wê di 6'ê Çileya 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê pêk bê.