ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-15 09:00:29   * Ji kesên li ber avahiya HDP'ê rûniştibûn yek jê jî Aysel Bozkûrt bû. Di navbera kurê wê Mûhamet Bozkûrt û Suleyman Buyuk de husûmetek hebûye. Lê belê dozgeriyê ev hisûmet bi PKK'ê ve girê da û Buyuk hat girtin. Paşê Bozkûrt li xwe mikur hatibû ku wî qebehet xistine stuyê Buyuk. Lê dozgeriyê guh neda Bozkûrt bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Buyuk vekir û xwest 25 sal ceza lê bê birîn.    * Şêniyên gundê Mêrganê ku li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, bal kişandin ser wateya sînoran û gotin, ji xeynî yekîtiya neteweyî tu rê li ber wan nîn e.    * Nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê kirin. Nûnerên jin, wê bi dirûşmeya "Li hemberî dewleta zilam em serî radikin" û "Em dixwazin bijîn" wê bi şev meşekê li dar bixin.    * Parlementera HDP'ê Dersim Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanên HDP'î û got, bi vî awayî tê xwestin ku ciwan ji siyasetê dûr bisekinin, lê belê wê tim û tim ji şer re bêjin 'na'.    * Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atîlla Guney ku ji ber îmze danîbû binî danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatibû îxrackirin, beraat kir. Guney, got: "Derket holê ku KHK siyasî ne. Aştî, helwestek e ku divê bê parastin."    * Nûnerên partiyên kurd, têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd diyar kirin ku partî û saziyên kurdan, berjewendiyên şexsî û partiyan deynin aliyekî û li ser nirxên neteweyî hiş û fikra xwe bikin yek. Nûneran destnişan kir ku heta di mêjî de yekitî çê nebe yekîtiya neteweyî ya kurd jî pêk nayê.    * Avakarê Enstîtuya Ekolojiyê Civakiyî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlos, destnîşan kir êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber fikrên Ocalan in û got: "Armanca wan bidawîkirina şoreşa civakiyî ya li Rojavayê ye. Çimkî ev ji bo wan talûkeyeke mezin e."    * Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya HDP'ê ya Perî ya Dersîmê didomin. (12:00)   * Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ku ji nûnerên ÎHD, ÎTO, TÎHV û SES'ê pêk tên, dê ji bo endamên Grup Yorum yên ketine greva birçîbûnê  li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * TJA û KESK dê li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê têkildarî 25'ê Mijdarê panelê li dar bixin. (13.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Antalyayê ji bo baca bi edalet û jiyanek mirovane dê li pêş Defterdariya Antalyayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13:00)   * Baroya Amedê dê bernameya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 202'an de li pêş Edliyeya Amedê berdewam bike. (13.30)   * Tevgera Jinên Azad, (TJA), dê bi minasebeta 25'ê Mejdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li Qada Şirinevler a Stenbolê daxuyaniyê bidin û li Postexaneya Şirinevlerê kartan bişînin. (14.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê dê ji bo Seyid Riza û hevalên wî yên 82 sal berê hatin darvekirin, li Qada Seyit Riza daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wan bibîr bînin (16:00)