Platforma Sûrê ji Meclîsê bang li partî û saziyan kir 2017-12-05 15:40:21 ENQERE – Hevberdevka Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na Buşra Cîzrelîogullarî di civîna heftane ya HDP’ê de li meclîsê bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên demokratîk kir û got: “Em xwedî li mîrateya hevpar a cîhanê derbikevin. Em vê hilweşandinê rawestînin.”  Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na ji bo daxwazên xwe bînin ziman beşdarî komcivîna heftane ya meclîsê ya HDP’ê bûn. Piştî nirxandinên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevberdevka Platforma Sûrê Buşra Cizrelîogullari daxuyanî da. Cîzreliogullari da zanîn ku ji bo hilweşandina Sûrê raweste û dîrok bê parastin û şêniyên Sûrê carek din bizivirin taxên xwe li Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin pêk bînin hatine.    'LI SÛRÊ 3 HEZAR Û 569 AVAHÎ HATIN HILWEŞANDIN’    Cîzrelîogullari bi bîr xist ku ji sala 2015’an vir ve li Sûrê hêj hilweşandin dewam dike û hemû pêkanînên hatin serê civakê jî vegot. Cîzrelîogullari bi bîr xist ku li gorî rapora TMMOB’ê ya di 2’ê kanûnê de aşkere kir li tevahiya Sûrê heta niha 3 hezar û 569 avahî hatine hilweşandin.    'TAX BI LEGÎNÎ TÊN HILWEŞANDIN’    Cîzrelîogullari destnîşan kir piştî şerê li Sûrê bêyî navçe bê başkirin di bin navê “veguhestina bajarvaniyê” de tax bi awayek lez û bez tên hilweşandin û got: “Lê li gel hemû xerakirinê şêniyên taxa Alîpaşa û Lalebey li dijî komên rantxwir û sermayeyê li ber xwe dan û parastina tax û dîroka xwe dikin. Lê ji meha gulanê vir ve gel bi darê zorê ji taxan derxistin û hemû pêkanînên der mirovahiyê li ser wan ferzkirin. Lê berxwedana gel didome.”    'EM XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERBIKEVIN’    Cîzrelîogullari da zanîn ku hilweşandin û rûxandinek ku telafiya wê ne pêkane pêk tê û ev hilweşandina pêk tê ne veguhestina bajarvaniyê ye û hilweşandinek qirkirinê ye. Cîzrelîogullari bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên girseya demokratîk kir û got: “Em xwedî li mîrateya hevpar a cîhanê derbikevin. Em vê hilweşandinê rawestînin.”    Endamên Platforma Sûrê dê bi Serokwekîlên CHP’ê re jî hevdîtinê pêk bînin.