Li Yalovayê katiba zabit: Xwedê bela xwe bide kurdan 2017-12-05 14:58:27 YALOVA – Hat îdiakirin ku katiba zabit Belda A. ya ku li Edliya Yalovayê dixebite bi welatiyê kurd Tuncay K. ê ku ji bo karekî çû edliyê re qerîya û jê re gotiye “Xwedê bela xwe bide kurdan." Li Yalovayê welatî Tuncay K. ê ku ji bo pereyê cezayê hevjîna xwe bike taksît di 30’ê mijdarê de çû Edliya Yalovayê. Hat zanîn ku Katiba Zabit a Edliyê Belda A. bi Tuncay A. re nîqaş kiriye. Li gorî hat angaştkirin ku di dema nîqaşê de Belda A. qîr li Tuncay K. kiriye û jê re gotiye: “Ez ji te re dibêjim ferman girtiye. Çima tu fêm nakî.” Tuncay K. jî bertek nîşanî Belda A. dide û jê re gotiye “Ez ji Dîgorê me û kurd im ji wê bûnê ez fêm nakim.”  Katibek zabit S.A. ku şahidiyê ji nîqaşa her du kesan kir. Hat zanîn ku S.A., Belda A. hişyar kiriye û li gel israrkirinê heman gotinê dubare kiriye.  S.A. ji rewşê aciz bû daxwaznameyek nivîsand û giliyê Belda A. ji Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê re kir.    Hat hînbûn ku S.A. di daxwaznameya xwe de bi berfirehî cih daye nîqaşa navbera her du kesan û ev tişt gotiye: “Piştî nîqaşan Belda A. şivakê girt û bi dengek bilind min gotinên ‘Xwedê bela xwe bide kurdan’ jê bihîst. Min jê re got te çi got. Heman gotinan dubare kir.”