Li Îzmir û Bûrsayê komkujî: 2 mêran 5 kes qetil kirin 2019-11-13 20:19:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kîrazê ya Îzmirê Murat A., 4 kes qetil kirin. Li Bûrsayê jî Çawîşê Pispor A.K., Sosin K. qetil kir. Li Navçeya Kîraz a Îzmirê Murat A. bi çekê 4 kes qetil kir. Murat A., serê sibê çû mala pismamê xwe û pismamê xwe Îbrahim A., hevjîna pismamê xwe Dondu A. û biraziyê xwe yê 16 salî Kemal A. qetil kir. Kujer Murat A, piştî pismamê wî Erol A. bi hawarê hat, li cihê bûyerê Erol A. jî kuşt. Polîsan, kujer Murat A., li cihê bûyerê binçav kirin. Cenazeyê 4 kesan ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê.    ÇAWÎŞÊ PISPOR JÎ JINEK KUŞT   Li Bursayê jî Çawîşê Pispor ê li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Serbaziya Cendirmeyan a Işiklarê peyvirdar A.K., jina bi navê Sosin K., bi çekê kuşt. Pişti şahidê bûyerê agahî dan xebatkarên tenduristiyê, yekîneyên tenduristiyê hatin cenazeyê Sosin K.’ rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê. Polîsan A.K. jî binçav kirin.