Li Amedê Fûara Xurekan vebû 2019-11-13 16:51:32 AMED – Fûara Xurekan a Amedê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Amedê vebû. Wê 5 rojan dewam bike û esnafên xurekê ji 45 bajaran bi xurekên cûr bi cûr beşdarî fûarê bûn.    Fûara Xurekên Zexîre û Tehmên Herêmî ya Amedê ya duyemîn li Navenda Fûar û Kongreyê ya Amedê vebû. Pêşengeh bi piştevaniya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tê lidarxistin û mêvaniya rûmetê ya îsal bajarê Meletî ye. Dê xwarinên herêma Meletiyê li Pêşengehê bên çêkirin û pêşkêşî welatiyan bikin.    MITBEXA 45 BAJARAN LI FÛARÊ YE    Xurek ango mitbexa herêmên Wan, Colemêrg, Dersim, Mereş, Osmaniye, Kastamonu, Mêrsîn, Sêwaz, Trabzon, Hatay, Kayserî di nav de ên 45 bajaran li pêşengehê tên nîşandan. Wê pêşengeh 5 roj bidome û heta 17’ê mijdarê li benda welatiyan be.    TÊ PAYÎN 200 HEZAR KES ZIYARET BIKE    Stanta ji aliyê DTSO’yê ve hat vekirin wê xwarinên herêma Amedê bên nîşandan. Wê şef û akademîsyen beşdarî Pêşengehê bibin û kargehên xwarinê pêk bên. Her wiha dê gotûbêj û pêşbirk bên lidarxistin. Tê payîn pêşengeh alîkariyê pêşkêşî turîzmê bike û îsal 200 hezar kes ziyaret bike.