Ozkan: Dibe rageşiya navbera DYA-Tirkiye zêdetir bibe 2019-11-13 12:09:39 STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, diyar kir ku piştî Koalîsyona Navneteweyî, li dijî DAIŞ'ê biryar dan ku li qadên hatin valakirin ên Sûriyeyê vegerin, dibe ku rageşiya di navbera Tirkiyeyê û DYA'yê de zêde bibe. Ozkan, bal kişand ser daxuyaniya Berdevkê Koalîsyonê Serheng Caggins a "Têkiliya DAÎŞ û OSO bi hev heye" û got: "Ev daxuyanî vê yekê piştrast dike." Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê, li herêma Hesekê-Til Temir a li Barageha Koalisyona Navneteweyî civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin. Di civînê de berdevkê Hêzên Koalisyonê li dijî DAIŞ li herêmê Myles Caggins û Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gabrêîl û Berpirsê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî beşdarî civînê bûn. Caggins, di civînê de diyar kir ku dê li gel QSD'ê bi awayekî hevpar têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê berdewam bikin û wiha gotibû. "Der bare nêzî 400 endamên DAIŞ û El Nusra yên li gel Tirkiyeyê bi hevre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriibûn me agahî kom kirine. Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, têkildarî daxuyaniya Myles Caggins û hevdîtina îro 13'ê mijdarê di navbera Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokomarê AKP’î Tayyip Erdogan de pêk bê nirxandin kir. Ozkan, bal kişand ser vegera hêzên Koalisyonê yên herêmê ku hatibûn valakirin û wiha got: "Ev yek nîşan dide ku dê li DYA pevçûnek mezin rû bide. Trump li Sûriyeyê di xeta xwe de israr dike. Li DYA'Yê nîzama muesses û bi taybetî Pentagon bertekê nîşanî vê yekê dide. Wisa xuya dike ku saziyeni DYA'yê niha Serokê DYA'yê Trump ji biryarê vegerandine. Ger ku DYA dîsa li qadê vegere, rastiya ku axa Sûriye terkî Rûsyayê kiriye nayê guhertin."     ‘DÊ DAGEŞIYA DI NAVA TIRKIYE Û DYA TE ZÊDETIR BIBE'   Ozkan, anî ziman ku Rûsya li axa Sûriyeyê naxwaze aktorekî polîtîk ê wekî Tirkiyeyê bîne hemberî xwe û wiha axivî: "DYA xeta xwe ya siyasî ya li hemberî YPG’ê berdewam dike. Li Sûriye her tişt li ser hevsengiyên pir hasas hatine avakirin. Ger ku DYA dîsa li herêmê vegere rê dageşî zêdetir bibe. Tekoşîna DYA û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê dê bi hevpar bidome. Têkiliya DYA û YPG’ê dê rageşiya di navbera DYA û Tirkiyeyê de zêde bike. "    'DAXUYANIYA CAGGÎNS TÊKILIYA DAÎŞ- OSO TEYÎD DIKE'    Ozkan, bal kişand ser daxuyaniya Berdevkê Koalîsyonê Serheng Myles Caggins a 'Têkiliya DAÎŞ û OSO bi hev heye' û wiha lê zêde kir: "Ev daxuyanî vê yekê piştrast dike. Der bare nêzî 400 endamên DAIŞ û El Nusra yên li gel Tirkiyeyê bi hevre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn me agahî kom kirine. Nêzî 400 endamên DAÎŞ'ê û El Nusrayê li gel Tirkiyeyê bi hevre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev nîşan dide ku têkiliya DAÎŞ û OSO bi hevre heye. DYA raste rast nebêje jî bi awayekî cuda diyar dike ku Tirkiye DAIŞ'ê bi xwe ve girê dide û bi vê yekê Tiriyeyê tawanbar dike. "    Ozkan, herî dawî destnîşan kir ku Trump û Erdogan ji aliyê hişmendîyê de dişibin hev û dikarin li hev bikin, lê sazî û rêxistinên herdu welatan li dijî vê yekê derdikevin û destûr nadin ku herdu li hevbikin. Êdî DYA tu carî nikare hemû Sûriyeyê têxe bin înisiyatifa xwe. Rusya dê her dem li Sûriye serdest be. Yê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike dê ne DYA û Tirkiye be. Dê Rûsya be.      MA / Ferhat Çelîk