Qedexeya derveyî welat a Hevseroka KCD’ê Guven nehat rakirin 2019-11-13 11:42:18   AMED – Di danişîna doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir.    Danişîna 8’emîn a doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven beşdarî danişînê nebû û parêzera wê Reyhan Yalçindag amade bû.    Danişînê bi xwendina girteyan dest pê kir. Hatibû xwestin axaftina kurdî ya Guven li beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê were deşîfrekirin û dosyeya Amed û Wanê bikin yek. Lê hat dîtin ku bersiv nedane vê daxwazê.    Dozger xwest ku hisûsên kêm yên dosyeyê temam bibin û daxwaz kir ku kontrola edlî ya derbarê Guven de dewam bike.    Parêzer Reyhan Yalçindag xwest ku kontrola şertê edlî ya qedexeya derketina derve ya miwekîla wê bê rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derve red kir. Heyetê xwest bersivê bidin muzakereya deşîfrekirina axaftina kurdî û Dadgeha Wanê û her wiha biryar da ku telefona Guven a hatibû desteserkirin paş de bidinê. Heyetê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.