Kiliç 23 rojin ji bo parastina mafê de xwe di grevê de ye 2017-12-05 14:07:08 ÎZMÎR - Xebatkarê şaredariyê Mahir Kiliç ji bo parastina mafê xwe 23 rojin li ber Şaredariy Bajarê Mezin a Îzmirê di greva birçîbûnê de ye. Kiliç, 6 kîlo dan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Mahîr Kiliç ê ji kar hat avêrtin 23 rojin didome. Kiliç ku çalakiya xwe didomîne, berî demek kin di kontrola tenduristiyê re derbas bû. Kiliç dema ket grev birçîbûnê 81 kîlo bû û di roja 23’yemîn greva birçîbûnê de kiloyên wî daket 75’an. Kiliç da zanîn ku ew xwe baş dibîne. Kiliç, diyar kir ku winda kirina kîloyan ewqas ne girîng e û wiha axivî: “A girîng berxwedane. Di aliyê derûnî de xwe baş his dikim. Ji ber vê yekê greva birçîbûnê bandorê li ser tenduristiya min nake. Heya ez û hevalên min venegerin ser karên xwe, emê têkoşîna xwe bidomînin. Her roja derbas dibe berxwedan mezin dibe.”   Kiliç, destnîşan  kir ku daxwazên wan pir vekirî û diyarin, tenê dixwazin vegerin ser karê xwe.