‘Şahidê’ derbarê Hevşaredarên Geverê de îfade da 9 sal in girtî ye 2019-11-13 10:35:13 COLEMÊRG – Derket holê ku “şahid” S.K. ê li ser Hevşardarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari îfade daye 9 sal in di hefsê de girtî ye. S.K. di danişîke sala 2016’an de dibêje ku bi zordestiya polîsan derbarê hin kesan belge îmze dike. Hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari di 15’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin û di 17’ê cotmehê de jî bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” hatibûn girtin. Qeyûm tayînî şûna hevşaredaran kiribûn. Hevşaredar Yaşar û Sari ewilî sewqî Wanê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê kiribûn. Girtina Yaşar û Sari sprtibûn îfadeyên yek jê “şahidê nepen” du şahidan ku li ser wan dabûn.    ŞAHIDÊ NAV EŞKERE 9 SAL GIRTÎ YE    Derket holê ku “şahid” S.K. ê derbarê Hevşaredar Îrfan Sari de îfade daye di 10’ê kanûna 2010’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hênceta “Endamê rêxistinê ye” û “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistiye” hatiye girtin û 26 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û 9 sal in girtî ye.    S.K. îdia dike ku Îrfan Sari “pere daye rêxistinê” û “ji bo rêxistinê ji esnafan pere kom kiriye” lê balkêş e ku S.K. piştî girtina xwe ya 9 salan şahidiyê dike.    ŞAHIDÎ HEV NAGIRE    S.K. di belgeyên şahidiyê kiriye û ku îmze kiriye jî dibêje ku ew Îrfan Sari wek “Serokê Odeya Bazarganiyê ya Geverê” nas dike, lê di belgeyên fermî de hat xuyakirin ku Îrfan Sari beriya 9 salan Serokê Odeya Esnaf û Sinetkaran a Geverê bûye. Beriya hilbijartinê vî kesî dikin şahid û ev kes ku derbarê şaredarên din de jî îfade dabû îfadeyên wî dişibin hev.    PARÊZERAN ÎFADEYÊN ŞAHID YEK BI YEK PÛÇ KIRIN   Parêzeran îtîrazî girtina Sarî kirin û hemû angaştan yek bi yek pûç dikin. Parêzer di daxwaznameya îtîrazê de diyar dikin ku S.K. di danişîke sala 2016’an de dibêje ku bi zordestiya polîsan derbarê hin kesan de belge îmze kiriye û ji ber zextên polîsan îfade daye.    MA / Adnan Bîlen