Malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji des dan şin danin 2019-11-12 18:28:55   AMED - Malbatên ku zarokên wan di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Heftenînê de jiyana xwe ji dest dan, li Amed û Rihayê şîn danîn.    Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kiribu. Êrîşên Tirkiyeyê hêj didomin. Piştî êrîşên Tirkiyeyê dest pê kir, Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) navê 15 şervanên ku di şerê li Serêkaniyê û Gire Spî de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî navê 5 şervanên xwe yên ku di 22’yê Hezîranê li Xakurkê di êrîşa hewayî ya balafirên şer de jiyana xwe dest dabûn eşkere kirin. Malbatên Hecî Şimşek (Agir Ardil) ê di 14’ê Cotmehê de li Serêkaniyê û Arîf Kokşah (Levent Sîverek) ê di 22’yê Hezîranê de li Xakurkê jiyana xwe ji dest dan, li Navçeya Sêweregê ya Rihayê mala şînê danîn. Malbata Songul Sarikuş (Nupelda Mêrdîn) a di 18’ê Cotmehê re li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da jî li navçeya Bismil a Amedê şîn danîn. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û navçeya Rezana Amedê û endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) seredana şîna malbatan kir.    Şîna malbata Hecî Şîmşek a li Taxa Daşa ya Sêweregê û malbata Arîf Kokşah a Taxa Bejik a Sêweregê û şîna malbata Songul Sarikuş a li Taxa Dumlupinar a Bismilê danî îro bi dawî bû.