Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Bila endamên me bên berdan 2019-11-12 17:21:59   AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê têkildarî binçavkirina endamên xwe daxuyanî dan û xwestin hevalên wan ên li Stenbolê hatine binçavkirin serbest bên berdan.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê, têkildarî binçavkirina 36 endamên xwe yên di 8'ê mijdarê de, li avahiya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û Saliha Aydeniz û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan amade bûn. Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê yê Amedê Abdulbahri Mavlay daxuyanî da. Mavlay, anî ziman ku AKP MHP bi zorê û şer îktîdara xwe berdewam dike û wiha got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi operasyonên kirkirina siyasî hebûna xwe berdewam dike û bi operasyona li dijî ciwanan operasyonek nû lê bar kir. Di serdegirtina malan de 6 jê Endamê Lijneya Rêveber bi giştî 36 endamên meclîsa Ciwanan hatin binçavkirin. Hevalên me  yên hatin binçavkirin rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê hatin. Endama me ya Lijneya Rêveberiye Gulistan Yilmaz, Nurullah Ozgun, Alaaddin Adanır û hevalên me yên ji dervê bajar anîn rastî lêgerîna tazî û tundiyê hatin. Dîsa 4 rojê binçavkirina der barê wan de dirêj kirine. Destê hevalên me li pişt wan kelepçe kirine. Endamê me Metin Yılmaz, ji ber ku li qereqolê lêgerîna tazî qebûl nekir, li odeya tarî rastî lêdanê ha tiye."     Mavlay, anî ziman ku hevalên wan li dijî lêgerîna tazî û îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: "Hevalên me yên ketin grevê avê û şekir nadin wan û îşkenceya li ser wan berdewam dikin. Medya nêzî îktîdarê û daraz mijarê berovajî dike û dixwaze ciwana dûr bixiun. Li gel van tundiyam em ê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên hatine binçavkirin serbest bên berdan. "