HDP'ê girtina hevşaredar Kurt û Yacan şermezar kir 2019-11-12 16:36:49   WAN - HDP'ê li Wanê girtina Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azîm Yacan şermezar kir.   Li Wanê di encama operasyona serdegirtina malên hevşaredarên navçeyên Rêya Armûşê de Şehzade Kurt û Azîm Yacan hatibûn binçavkirin. Duh jî bi hênceta "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, endamên Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê, endam û rêveberên rêxistinên HDP yên bajêr û navçeyê li avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Reya Armûşê Bahattîn Karaman daxuyanî xwend.    Karaman diyar kir ku desteserkirina vîna gel bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze şaredariyên ku bi vîna gel hatî qezenckirin bi tayinkirina qeyûman bistîne. Ev helwesta bêhiqûqi ye û em vê polîtîkayê qebûl nakin. Di hilbijartinên 31'ê adarê de hevşaredarên me Şehzade Kurt û Azîm Yacan bi dengeke mezin şaredarî qezenç kirin. Em girtina hevşaredarên me qebûl nakîn û dibêjîn ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel derbeyeke siyasî ye. Tayînkirina qeyûman vîna gel nas nake. Divê hikûmet dev jî polîtîkayên xwe yên qeyûman berde. Divê hevşaredarên me Azîm Yacan û Şehzade Kurt bi lez bên berdan. Em soz didîn gelê xwe ku em ê heta dawî têbikoşîn û tu caran dev jî têkoşînê bernedin."