Li Dêrikê jin ji bo 25’ê Mijdarê li hev kom bûn 2019-11-12 16:26:24   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi jinan re lihev kom bûn.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokrakrîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi jinan re li gundê Demîrlî yê navçeya Dêrikê lihev kom bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevşaredara Navçeya Dêrikê Mulkiye Esmes û gelek jin beşdarî hevîtinê bûn. Jinan di hevdîtinê de tim dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” berz kirin. Wekîla HDP’ê Dundar di hevdîtinê de axivî û got: “Jin tim li dijî bêmafî û zilmê têkoşîn daye. Ji Sakîne Cansizan bigirin, heya Arîn Mîrkanan, jinên kurd tim cihê xwe di têkoşîna azadiya jinan de girtin e. Em li dijî tacîzê, tecawîzê, tundiya zilam û dewletê têkoşîna xwe dewam bikin. Em bi hev re bi hêzin. Divê em têkoşîna xwe ya birêxistinkirî mezintir bikin û dengê xwe bilindtir bikin.”    Meclîsa Jinan,s di hevdîtinê de, kovara karîkaturê ya bi kurdî “Zirîng” û çente diyarî jinan kirin.