Rêveberê HDP'a Antalyayê hat binçavkirin 2019-11-12 16:05:11   ANTALYA - Polisan, bi ser mala Rêveberê HDP'a Antalyayê Haci Tekmenuray de girt û ew binçav kir.   Polisan, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatibû destpêkirin de bi ser mala Rêveberê HDP'a Antalyayê Haci Tekmenuray de girt. Piştî lêgerîna li malê polisan Tekmenûray binçav kir û bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Antalyayê.