Rojnameger Kîbriye Evren hat berdan 2019-11-12 16:02:26 AMED - Rojnameger Kîbriye Evren a derbarê wê de 20 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin, hat berdan. Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. 8'emîn danişîna doza Evren li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Rojnameger Evren û parêzerên wê Resûl Tamûr û Pîrozhan Karali beşdarî danişînê bûn. Malbata Evren, hevalên wê yên rojnameger, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û berdevkê OGÎ Hakki Botan danişîna Evren şopandin.   Di danişîna hat dîtin de , dadgehê derbarê Evren de biryara berdanê da.