ÎHD: Li Egeyê nêzî 14 hezar binpêkirinên mafan qewimîn 2019-11-12 16:01:29   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê rapora binpêkirina mafan a di navbera mehên adar û tebaxa 2019’an de eşkere kir û li gorî raporê 14 hezar binpêkirinên mafan qewimîne.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên di navbera mehên adar û tebaxê yên 2019’an de li herêma Egeyê de qewimîn bi raya giştî re eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê li avahiya xwe civîn li dar xistin û raporê parve kirin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya rapor xwend.    Karakaya da zanîn ku rapor di encama hevdîtin û lêkolînên wan de hatiye amadekirin. Karakaya got di pêvajoya 6 mehan de li herêma Egeyê 13 hezar û 959 binpêkirinên mafan qewimîne.