Bersûm: Tirkiye bi êrîşan DAIŞ'ê zindî dike 2019-11-12 15:56:27 QAMIŞLO - Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm, diyar kir ku êrişên TSK'ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ zindî kir û di encamê de keşeyê dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Îbrahîm Hene (Hosîb) qetil kirin û li Qamişlo teqîn pêk anîn. Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm, têkildarî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî dêra Ermen û Keşeyê katolîk ji nûçegîhanê ANHA Ehmed Semîr re axivî. Keşeyê dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo, dema ku ew û bavê xwe ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn hatin qetilkirin. Şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê di 11 Mijdara 2019`an de dema keşeyê dêra Ermen Îbrahîm Hena Bîdo (Hosîb) tevî bavê xwe ji bajarê Hesekê diçû Dêrazorê, êrişî wan kirin û ew qetil kirin. Paşê DAIŞ`ê berpirsyariya qetilkirina keşe û bavê wî girte ser xwe. Bersûm diyar kir ku armanca qetilkirina keşe di milekî de derbkirina pêkhateya Suryan, Suryanên Asûr û Ermenan e, di encamê de qirkirina Suryanan e û di milekî din de derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiya herêmê ye.   Senherîb Bersûm, bal kişand ser talûkeyên êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ji ber êrişan li herêmên wan şaneyên veşartî zindî bûn û di encamê de keşe Hosîb qetil kirin û 11’ê Mijdarê (duh) teqîn li Qamişlo pêk anîn. Bersûm, bal kişand ser girîngiya yekrêziya li dijî êrişên artêşa Tirk ku aramî û ewlehiya herêmê dike armanc û got ji ber artêşa Tirk komkujiyan der heqê gelên herêmê de pêk tîne, divê li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk were sekinandin û şer bi dawî bibe, di gel Bersûm bang li civaka navdewletî kir ku êrişan rawestînin.