Çakar a polîsan tacîzî wê kir serî li ÎHD’ê da 2019-11-12 15:08:45   STENBOL - Endama SMF’ê Yaren Çakar a îdîa kir ku dema li Kartalê di rê de di meşiya, polîs nêzî wê bûne, ew tacîz kirin, gef lê xarin û sîxûrî lê ferz kirin, serî ÎHD’ê ya Stenbolê da.    Endama Federasyona Meclîsên Sosyalîst Yaren Çakar a îdîa kir ku dema li Kartalê di rê de di meşiya, polîs nêzî wê bûne, ew tacîz kirin, gef lê xarin û sîxurî lê ferz kirin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê da û civîna çapmeniyê li dar xist. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û endamê Lijneya Rêveber a Navenda SMF’ê Erdal Ataş beşdarî civînê bûn.     ‘EMÊ ŞOPDARÊ VÊ BÛYERÊ BIN’   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stnbolê Gulseren Yolerî, di civînê de axivî û wiha got: “Her roj kesên ku rastî ferzkirina sîxurtiyê tên, serî li saziya me didin. Di vê mijarê de emê weke navenda ÎHD’ê raporek giştî aşkere bikin. Em niha amadekariya vê raporê dikin. Her ku diçin ev pêkanîn zêde dibin. Ji bo ku ev pêkanîn ji holê rabin emê şopdarê van bûyeran bin.”   ‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE’   Endamê MYK SMF’ê Erdal Ataş jî, diyar kir ku desthilatdarî bi pêkanînên xwe yên ne hiqûqî êrîşî kesên demokratîk, sosyalîst û têkoşîna jinan dike. Ataş, bal kişand ser bûyera Yaren Çakar û wiha got: “Hevala me Yaren Çakar rastî zext û gefên polîsên sîvîl hat. Bi van rêbazan dixwazin hemû saziyên demokratîk krîmînalîze bikin. Desthilatdarî hewl dide bi van pêkanîna temenê xwe dirêj bike, lê wê ser nekeve.”   ‘DÎSA XWESTIN HEVDÎTINÊ BI MIN RE BIKIN’   Endama SMF a rastî zext û gefên polîsan hat Yaren Çakar jî, tiştên jiyan wiha vegot: “Di hefteya derbas bûyî de, ez l Kartalê dimeşiyam. Polîsna pêşiya min girtin. Gef li min xwarin û ez tacîz kirim. Dîsa sîxurtî ferzî min kirin. Polîsan bi girtinê gef li min xwarin. Ji min xwestin ku hevdîtinê bi min re bikin. Lê min ji wan re got ‘ez naxwazim hevdîtinê bikim’ û ji gel wan dûr ketim. Me xwest em vê hewldana wan, îro li vê derê teşhîr bikin û peyama ku emê têkoşîna xwe dewam bikin bidin wan. Wê tu carî nekarin têkoşîna me ya demokrasî, maf û azadiyê asteng bikin.”