Nûçegihanê Ronahî TV birîndar bû 2019-11-12 14:30:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Tîl Temirê de, nûçegihanê Ronahî TV Dîlya Cizîrî yê nûçeyên herêmê dişopandin, birîndar bû.    Yek ji herêmên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê zêde bûn Tîl Temîre. Nûçegihanê Ronahî TV Dîlyar Cizîrî yê li gundê Um El Kêf ê Tîl Temîrê nûçeyên êrîşan dişopandin, birîndar bû.   Cizîrî ji singa xwe birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Dilyar Cizîrî yê bi sivikî birîndar bû, hat meleliyat kirin.