Birayê Çetîn ê silava eskerî da tayînî Şaredariya Wanê kirin 2019-11-12 11:57:18   WAN – Esîner Çetîn ê birayê nuçegihanê Haberturk TV Çetîner Çetîn ê bi silavdayîna eskerî operasyona li dijî Rojava destek kir tayînî Cîgiriya Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Wanê hat kirin.  Nuçegihanê Haberturk TV Çetîner Çetîn bi silavdayîna eskerî destekê da operaysona Tirkiyê ya li dijî Rojava. Birayê Çetîn, Esîner Çetîn wek Cîgirê Serketerê Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye hat tayînkirin.   Çetîn ê li şaxek Îş Bankayê dixebitî îro dest bi wezîfeya xwe ya li şaredariyê kir.