Danişîna Hevseroka KCD’ê Guven wê sibê bê dîtin 2019-11-12 11:56:26   AMED - Danişîna doza derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi daxwaza 46 sal cezayê girtîgehê hat vekirin, wê sibe li 9’emîn Dadgeha Giran a Amedê bê dîtin.    Danişîna Doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a bi hinceta beşdarî çalakî û daxuyaniyên li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bûye hat vekirin, wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.   BIRHAR HAT DAYÎN, NEHAT BERDAN   Guven, ji ber daxuyaniyên derbarê operasyona li dijî Efrînê dayîn de, di 22’yê Çileya 2018’an hat binçavkirin û di 31’ê Çile de jî hatibû girtin. Parêzeran girtina Guven îtîraz kiribûn û Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê di 29’ê Hezîrana 2018’an de biryara berdana wê dabû. Li gel biryara dadgehê jî Guven nehatibû berdan û Serdozgeriya Komarê ya Amedê berdana Guven îtîraz kiribû. Îtîraza Serdozgeriyê hatibû qebûl kirin û Guven di girtîgehê de mabû.    HAT BERDAN    Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dûrveger kiribû û di roja 79’emîn a çalakiya grevê de, di daneşîna xwe ya 25’ê Çile de hatibû berdan.    46 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ JÊ RE DIXWAZIN   Di doza bê edîtin de, ji bo Guven bi sûcdariya “Rêveberiya rêxistinê kirin”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Endamtiyê rêxistinê” ji 25 salan bigirin heya 46 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.