Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn 2017-12-05 13:22:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Komseriya Bilind a Hijbijartinê, encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku di 1’ê Kanûnê de pêk hat, ji raya giştî re eşkere kir. Hevserokatiya Komseriya Bilind a Hilbijartinê endamên hilbijarinên rêveberiyên sê herêmên Bakurê Sûriyeyê yên Cizîr, Firat û Ferînê ku di 1'ê Kanûnê de pêk hatin de bi civîna çapemeniyê ya li Navenda Meclîsa Rêberiyên Xweser a Amûdê li dar xist ji raya giştî re eşkere kir.  Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinên Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan daxuyanî dan û encama hilbijatinê ragihandin. Hevseroka Komseriya Bilind a Hibijartinan a Herêma Cizîrê Rûken Mela Îbrahîm û Hevserokê  Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Şahîn Elî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Bi baweriya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji bo avakirina pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wekî çareseriya herî guncaw piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk pêk hatin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) di 1’ê Kanûna 2017’an li sê herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hatin. Welatiyan di saetên sibê de berê xwe dan ser sendoqên hilbijartinanû dengên xwe bi kar anîn. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelel anî ser ziman.    Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: 69%   HERÊMA CIZÎRÊ   Lîsteya Neteweya Demokratîk: ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist   Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd: ji 99 namzetan 40 kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: ji 268 namzetan 144 kursî bi dest xistin   HERÊMA FIRATÊ   Lîsteya Neteweya Demokratîk: ji 954 namzetan 847 kursî bi dest xist   Lîsteya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a li Sûriyeyê: ji 124 namzetan 40 kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: ji 95 namzetan 67 kursî bi dest xistin   HERÊMA EFRÎNÊ   Lîsteya Neteweya Demokratîk: ji 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xist   Lîsteya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a li Sûriyeyê: ji 197 namzetan 72 kursî bi dest xist   Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: ji 48 namzetan 8 kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: ji 86 namzetan 40 kursî bi dest xistin   Komseriya Bilind a Hilbijartin spasiya hemû kesên ku di xebatên hilbijartinan de ked dan, kir. Bi taybet desteyên perwerde û hîndekarî û hêzên parastinê cihê malavahiyê ne. Em dezgehên ragihandin û çapemeniyê jî ku xebatên hilbijartinan ji destpêkê hetanî dawiyê şopandin û parve kirin, spas dikin. Ji mafê hemû lîste û namzetên serbixe ye ku ji niha hetanî 3 rojan encamên hilbijartinan itîraz bikin.”