‘Em ê li dijî zextan bi biryarî li ber xwe bidin’ 2019-11-12 11:14:58 ENQERE – Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal bertek nîşanî binçavkirina endamên wan da û got: “Em ê li her qadê bêtir xwe rêxistin bikin û em diyar dikin ku em ê bêtir li ber xwe bidin.”  Di operasyona li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku navenda wê Stenbol bû 36 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên HDP’yî 5 roj in li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Ciwanên di binçavan de muameleya xerab li wan hat kirin di 10’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên ciwanan.    Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal binçavkirina endamên meclîsa wan nirxand. Unsal diyar kir ku bi pêşketina xebatên ciwanan re polîtîkaya zextan û binçavkirinê ji nûve ket dewrê û got: “Armanca sereke ya li dijî xebatên ciwanan ew e ku peşkê li rihê wan ên berxwedêr bixin. Dixwazin xeta çalakiyên demokratîk tasfiye bikin û xwerêxistinkirinê tune bikin.”    ‘CIWAN HÊZA MOTOR A CIVAKÊ YE’    Unsal anî ziman ku ciwan “hêza motor a civakê ne” û got: “Di tevgerên cîhanê hemûyan de ciwanan rola sereke dileyîzin. Şoreşa Rojava jî bi dînamîzma ciwanan pêk tê. Ji ber vê yekê polîtîkaya derve dixwaze Rojava têk bibe, polîtîkaya hundirê Tirkiyê jî dixwaze ciwanan têk bibe. Ji bervê yekê îktadara heyî bêser û ber bi ser ciwanan ve tê û dixwaze wan tasfiye bike.”    ‘DIZANIN KU TÊKÇÛNA WAN NÊZ E’    Unsal da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê ji ber ku dibîne têkçûna wan nêz e êrişî ciwanan dike û got: “Ji ber têkçûna xwe di  nava tirsek mezin de ne. Em jî dibêjin ‘Me Bi Ciwanê Dest Pê Kir û Em ê Bi Ciwanî Bi Ser bikevin.’ Me rihê xwe yê berxwedêr ji kevneşopiya xwe girtiye. Li ser vê esasî em ê li dijî hemû zextan û qirkirina siyasî serî daneynin û çongê netewînin. Berevavjî vê yekê em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin, xwe bi rêxistin bikin û em diyar dikin li dijî faşîzmê bi berpirsiyarek biryarî li ber xwe bidin.”