Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin 2017-12-05 13:16:15 ÎZMÎR - Mustafa Mahmud ê ji Helebê dema bi telefona xwe dileyst, bi hinceta di "Di telefonê de remzên PKK'ê hatine dîtin" hat binçavkirin, lê li emyetê behsa wêneyan nehat kirin. Mahmud piştî got ku ev wêne aydê wî ne, serbest hat berdan, piştre şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê.  Bi KHK'a hemjmar 676'an re kesên biyanî yên tên der sînorkirin jî hejmara wan zêde bûn. Kesên tên binçavkirin, bi şertê kontrola edlî tên berdan û piştra wan dişînin Navendên Paşveşandinê. Her roj hejmara van kesan zêde dibe. Ciwanê ji Helebê Mustafa Mahmud piştî hat binçavkirin, serbest hat berdan û ew şandin Navenda Paşveşandinê.   Mahmud dema li ser Bulvara Dostlukê ya li navçeya Karabaglarê ya Îzmîrê bi telefonê dileyst, polîsên hatin gel wî bi hinceta "Di telefonê de remzên PKK'ê hene" di 2'yê Kanûnê de ew binçav kirin. Bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" îfadeya Mahmud hat girtin û der barê wî de ev tişt hat gotin: "Di 02'yê Kanûna 2017'an de, kesê di destê me de dema bi telefonê dileyst, me di telefonê de remzên PKK/KCK'ê dîtin û ev wêneyên di telefonê de piştî hatin dîtin, me agahî da miduryeta xwe, der barê mijarê de Dozgerê Komarê hatiye agahdarkirin û di çarçoveya fermanê de, me girt û binçav kir. Der barê girtinê de agahiyê bidin."   ‘EW NE WÊNEYÊN PKK'Ê YÊN MININ’   Bersiva Mahmud a ji pirsêre wiha bû: "Ew wêneyên min in. Tu eleqeya xwe bi PKK'ê re tune. Der barê PKK'ê de tu dîmen nehatiye dîtin." Derket holê ku der barê sûc de tu wêne di dosyayê de jî tune ne û piştî Mahmud hat berdan, ew şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Berî demekî welatiyê bi navê Demhat Mustafajî şandibûn Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê û xwestibûn wî dersînor bikin. Lê li ser nerazîbûnan dersînorkirina Mustafa hatibû rawestandin.