KNK ji bo yekîtiya neteweyî şandeyekê dişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê 2019-11-12 10:52:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê bi armanca bersivdayîna bang û daxwazên pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd, biryar girt ku şandeyek bişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê. KNK wê bi heman mebestê şandeyan bişîne Rûsya, DYA, YE û Welatên Erebî jî.    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK), bi armanca bersivdayîna bang û daxwazên pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd, biryar girt şandeyekê bişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Bi heman mebestê wê şandeyên KNK’ê serdanan Rûsya, DYA, YE û Welatên Erebî bike.     Konseya Rêveber a KNK’ê, di 9’ê Mijdarê civîna xwe ya asayî li Belçîkayê lidarxist. Di civînê de rewşa aloz a li Kurdistan û herêmê, berxwedana ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê tê dayîn, banga hêzên siyasî yên Kurd a ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hate nirxandin.    Encama civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkere kirin. Di encamnameyê de pêngava boykotkirina mal, rêzefilm, serdane kirina bo Tirkiyê weke hewlesteke pîroz û girîng destgirtiye û daxwaza mezinkirina boykotê hate kirin.   Li ser banga hêzên siyasî yên Kurd ya ji bo pêkanîna yekrêziya Kurd jî KNK’ê berê niha bi daxuyaniyekî eşkere kiribû ku ewê berpirsyariya anîna gel hev a hêzên Kurd bigirin ser şanê xwe. Di civîna Konseya Rêveber de jî hate eşkere kirin, wê di demeke nêz de şandeyeke KNK’ê serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Wê li Başûr û Rojava serdana hemû nûnerên partiyên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê bikin.   Li gel meşandina xebatên yekîtiya netewî ya Kurd, KNK wê di qada navnetewî de jî ji bo parastin û garantîkirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê şandeyan bişîne DYA, Rûsya, YE, dewletên Erebî.