Xwendekarekî dawî li jiyana xwe anî 2019-11-11 23:59:45 ÇANAKKALE - Xwendekarê Zanîngeha Çanakkaleyê Ûmût T. dawî li jiyana xwe anî. Xwendekarê Beşa Bernameya Wênesazî û Kameravaniyê yê Zanîngeha Çanakkaleyê Ûmût T. (20) li mala xwe ya li bajaroka Kepezê bi gaza helyûmê dawî li jiyana xwe anî.   Gava dê û bavên wî hatine malê dîtîne ku kurê wan li erdê ye. Li ser vê xeberê didin ambulansê. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Ûmût T. jiyana xwe ji dest daye. Dozger û peywirdarên cihê bûyerê jî diyar kirin ku T., dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Ûmût T. pêşî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy, paşê jî şandin Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.