Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin girtin 2019-11-11 22:36:39 WAN - Hevşaredarên Rêya Armûşê (Îpekyolû) Azîm Yacan û Şehsade Kûrt ku di 8'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Di 8'ê Mijdarê de polîsan avêtibû ser mala Hevşaredarên Rêya Armûşê (Îpekyolû) ya Wanê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Şaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin îro sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin.   Yacan û Kûrt şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê