Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin 2017-12-05 12:45:49 RIHA – Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê navçeya Siwêregê Faîk Ayata hat binçavkirin.    Hevserokê Rêxistina navçeya Siwêrega Rihayê Faîk Ayata yê di kongreya 23’ê îlonê de bû hevserok, hat binçavkirin. Polîs serê sibê çûn mala Ayata û bi hinceta “Dê îfadeya te bê girtin” birin Miduriyeta Polîsan a Siwêregê. Hat zanîn ku piştî miduriyeta navçeyê Ayata birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Der barê hinceta binçavkirina Ayata de daxuyanî nehat dayîn.