Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê: Hevkariya me ya bi QSD’ê re didome 2019-11-11 20:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAÎŞ’ê Albay Myles Caggîns, ragihand ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevkariya wan a bi QSD’ê re didome û got, di derbarê endamên komên li gel Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin de, agahiyan berhev dikin.   Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Ragihandina QSD’ê Mûstefa Balî û Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAÎŞ’ê Albay Myles Caggîns li navenda Koalîsyona Navneteweyî ya dikeve navbera herêma Til Temir-Hesekê de daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Malays Caggens ku bi bibîranîna 11 şervanên QSD'ê yên jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir, got: "Em keda QSD‘ê ya ji bo aştiyê ji bîr nakin."   ‘HEGER DAIŞ, DI WARÊ ÎDEOLOJIYÎ DE TUNE NEBE, BI DAWÎ NABE’   Caggens, anî ziman ku ew bi QSD‘ê re li ser koordîneya kar û çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê gotûbêj dikin û got: "Em bi têkçûna DAIŞ‘ê re di aliyê madî û îdeolojî de pabend in. Ji ber ku bidawîbûna DAIŞ di aliyê madî de nayê wateya tunebûna îdeolojiya wê. Ev yek wê di çarçoveya xurtkirina têkiliyên domdar ên di navbera hêzên me û QSD‘ê de ji Dêrikê heta Dêra Zorê bidome."   ‘AGAHIYAN LI SER ÇETEYÊN LI GEL TIRKIYEYÊ CIH GIRTINE KOM DIKIN’   Malays Caggens, têkildarî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ku hejmara wan 400 in ku li gel Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, destnîşan kir ku erka wan a sereke tunekirina DAIŞ‘ê ye û got: "Di heman demê de em agahiyên li ser kesên ku li gel Tirkiyê di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûne, kom dikin."   ‘ARMANC DI WARÊ ÎDEOLOJÎK DE TÊKŞIKANDINA DAIŞ'Ê YE'    Li ser bicihbûn û parastina herêmên sînor jî Caggens, diyar kir ku erka wan a serek e tunekirina DAIŞ’ê ye, ne parastina sînoran e û got: "Me hêzên xwe ji sînor vekişand û em li Hesekê û Dêra Zorê bi cih bûn. Ji ber ku em hewl didin îdeolojiya DAIŞ`ê bi dawî bikin."   Têkildarî pirsa girêdayî rêya navdewletî ya M4, Caggens, daxuyakirin ku ev rê wê bibe beşek ji herêma bêçek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wê bi desteka Hêzên Sûriye Demokrtîk wê rêyê derbas bikin. Lê eger QSD`ê nikarî wan biparêze wê demê wê bi aliyên din re koordîne bikin, ji ber ku ew vê rêyê pir bi kar naynin.   Li ser girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê têde ne û parastina wan Berdevkê Buroya Ragihandina QSD’ê Mistefa Balî got, girtîgehên niha mal in û  girtî lê hatine bi cihkirin. Balî, diyar kir ku li gorî pêwîst mîna girtîgehan ewlekariya wan nîne.   Balî anî ziman ku parastina girtîgehan û peydakirina daxwazên wan ne tenê ji hêzên Amerîkî tê xwestin, ji ber ku nasnameya çeteyên girtî yên 60 dewletên cîhanê ne.   Balî, ji bo avakirina girtîgehan li gorî pîvanên cîhanî bên çêkiri bang kir û got: "Ji ber ku em texmîn dikin ku gelek çete hewl didin li xwe mikur werin û agahiyan bidin, lê ji ber ku zêdetirî 100 çete di odayekê de dimîne, ji bûyerên kuştinê ditirsin."