Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir 2017-12-05 12:45:18 WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ê der barê wî de bi îdîaya “Heqaret li dozger û dadger kiriye” doz hatibû vekirin, beraet kir.  Der barê  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya de ji ber daxuyaniya der barê girtinên Hevşaredarên Bajarê Mazin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ayla Akat Ata de kiribû li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hatibû vekirin. Kaya ji girtîgeha Sîlîvriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişîna biryara dozê ya bi îdîaya “Heqaret li dozger û dadger kiriye” bû.   Parêzer jî beşdarî danişînê bûn û piştî tespîta nasnameyan Kaya parastin kir. Kaya, diyar kir ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û axaftina wî ya mijara gotinê ye, li dijî desthilatdariya siyasî kiriye. Kaya piştî parastinê beraeta xwe xwest.   Piştî Kaya, parêzerê wî Sabahattîn Kaya parastin kir û diyar kir ku gotinên muwekîlê wî ne li dijî dozger û dadgerane û beraeta muwekîlê xwe daxwaz kir      Heyeta dadgehê piştî paratinan, derbarê Kaya de biryara beraetê da.