Gelê Şehbayê ji bo 5 endamên QSD'ê merasim li dar xistin 2019-11-11 16:17:58 ŞEHBA - Meclisa Malbatên Şehîdan, li herêma Efrînê ji bo 5 şervanên QSD’ê yên di şerê li dijî êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn merasîmek li dar xist.   Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê tev li merasîma şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hindî Hindî (Birûsk Şêrawa), Zîlan Hisên (Gêrîla Çiya), Mihemed Elo (Kendal Tîrêj), Şefîq Bîlel (Mazlûm Dogan) û Şiyar Cemo (Welat Efrîn) bûn. 5 şervanên QSD'ê di şerê li dijî êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Merasîm li Kampa Berxwedan hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberiya meclisê Şadiye Ibrahîm û bi navê Kongreya Star jî Hediye Yusif axivîn. Hediye Yusif jî sersaxî ji malbatan re xwest û got: "Berxwedana gelan li Sûriyê di Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê de, li raya giştî bandor kir û hişt ku bi mafên gelan biaxivin. Ji ber vê yekê berxwedana wan rewa ye." Hediye Yusif, destnîşan kir ku wê berxwedana xwe heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê berdewam bikin.   Piştre wesîqetên şervanên QSD'ê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdo û Newroz Ebdo ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê bi dawî bû.