Piştî bi hepsa malê hat berdan mehek şûnde dîsa hat binçavkirin 2019-11-11 16:14:49   STENBOL - Serdar Başaran ê berî mehekê bi şertê hepsa malê ji Girtîgeha Sîlîvrî hat berdan, li Stenbolê di çarçoveya operasyona li dijî ciwanên HDP’ê de li malê hat binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malê de, Başaran û hemû ferdên malbatê bi erdê re devdevkî dirêjî kirin.      Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de, di 8’ê Mijdarê de li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hatibû dest pêkirin. Yek jê zarok 36 kesên hatibûn binçavkirin, hîna jî li Miduriyeta Polîsan tên girtin. Ciwan li dijî mûameleyên xerat ên rastî hatin û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Di nava ciwanên hatin binçavkirin de, Serdar Başaran ê di 4’ê Cotmehê de, ji Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvrî bi şertê hepsa malê hatibû berdan jî, heye.      Malbata Başaran a di nava 8 mehên dawî de, polîsan 5 caran bi ser mala wan de girtin, tiştên di serdegirtina herî dawî de, jiyan vegotin.    ‘ÇEK BERA SERÊ ZAROKÊN ME DAN’   Dayika Serdar Nesîbe Başaran, diyar kir ku polîsên ku hatin kurê wê binçav bikin, dest pê kê li deriyê mala cîranê wan xistin û dûre hatin li deriyê wan xistin. Dayik Başaran, anî ziman ku çawan ku wê derê vekir, polîs bi çekên xwe ketin hûndirê malê û wiha axivî: “Em hemû kom kirin. Çek bera serê zarokên min dan, bi erdê re direj kirin û kelepçe li destên wan xistin.”   HEMÛ FERDÊN MALBATÊ DEVDEKÎ Bİ ERDÊ RE DİRÊJ KİRİN   Başaran, bal kişand ser muameleya xerab a polîsan li zarokên wê kirin û wiha got: “Zarokên min rastî nêzîkatiyên polîsan ên xerab hatin. Neviya min a 5 salî jî devdevkî bi erdê re dirêj kirin. Hemû alavên mala me ser û bin kirin. Fayansên dîwarên serşokê jî, şikandin. Lê ligel vê jî tiştek nedin. Derûniya me xerab bûye. Zarokên min û neviyên min ji tirsan xewa wan nayê. Ma ev ji me çi dixwazin. Gelo me çi ji wan kiriye? Ji ber ku em kurdin vê yekê bi me dikin.”   ZAROKA ASTENGDAR DEVDEVKÎ BI ERDÊ RE DIRÊJ KIRIN   Birayê Serdar Lokman Başaran jî, diyar kir ku birayê wî di 4’ê Cotmehê de hatibû berdan û wiha axivî: “Ji wê rojê û vir ve qet ji malê derneket. Lê ligel vê jî binçav kirin. Di serdegirtina malê de bi sê zarokan ve hemû ferdên malbatê bi erdê re devdevkî dirêj kirin. Polîsan nêzî saetek û nivî di malê de lêgerîn kirin. Zextên derûnî li ser me kirin. Nêzîkatiyên polîsan ne hiqûqû mirovî bûn.”    Bira Başaran, bertek nîşanî binçavkirina birayê xwe û mûameleya polîsan da û wiha got: “Tim behsa hiqûqa biratiyê dikin. Dev ji hiqûqa biratiyê berdin, li gorî hiqûqiya hemwelatiyê jî nêzî me nabin. Em jiyanek hevpar û wekhev li vî welatî dixwazin.”