Dema binçavkirina ciwanên HDP’yî hat dirêjkirin 2019-11-11 16:05:00   STENBOL – Dema binçavkirina 36 ciwanên HDP’ê yên 4 roj in li Stenbolê tên ragirtin hat dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat destpêkirin û ku navenda operasyonê Stenbol bû di 8’ê mijdarê de 36 kes hatin binçavkirin. Ciwanên HDP’yî 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ciwanan a li dijî muameleya xerab duh dan destpêkirin jî didome.    Heta niha îfadeyên ciwanan nehatine girtin û hat zanîn ku dema binçavkirina ciwanan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin.