KESK: Dawî li polîtîkaya qeyûman bînin 2019-11-11 15:49:22   WAN - Platforma Şaxên KESK'ê yên Wanê, xwest tayînkirina qeyûman ku derbe li vîna demokratîk a gel dide bê terikandin û hevşaredar vegerên ser peywirên xwe.    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Wanê, li Eywana Civînê ya KESK'ê têkildarî tayînkirina qeyûman ku ji 19'ê Tebaxê ve didome daxuyaniyek da. Nûnerên şaxên sendîkayên mîna TUM BEL-SEN, EĞİTİM SEN, ESM, HABER SEN, SES BES, ESM, YAPI YOL SEN, TARIM ORKAN SEN û BTS'ê yên Wanê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Wanê ya TUM BEL-SEN'ê Îbrahîm Ozkan xwend û diyar kir ku AKP û Rejîma Qesrê desteserkirina vîna demokratîk a gel berdewam dikin û hewl didin bi gel çong bidin şikandin. Ozkan destnîşan kir ku qeyûm ne meşrû ne û wiha got: "Tu daxuyaniyeke mafdar a tayînkirina qeyûman tuneye. Divê tayînkirina qeyûman bên terikandin û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, vegerin ser peywira xwe."