Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin 2019-11-11 14:32:46   HESEKÊ - Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê, dê civîneke çapemeniyê ya hevbeş der barê belavkirina hêzên Koalisyonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin. Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê, dê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin. Di civînê de berdevkê Hêzên Koalisyonê li dijî DAIŞ li herêmê Myles Caggins û Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gabrêîl û Berpirsê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî wê amade bin. Dê civîn der barê belavbûna hêzên koalisyonê ya li herêmê pêk bê.